Îraqê bi fermî dest bi cîbicîkirina rêzecezayên nû kiriye ku ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve li ser hejmarek kesayetî û kompanyayan hatine sepandin.
Ev kes û kompanya bi tawana hevkarîkirina darayî û lojîstîkî ji bo Hizbullaha Libnanê û hin torên girêdayî DAIŞ’ê tên tawanbarkirin.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên Wezareta Karên Derve ya Îraqê, rênimayeke fermî ji bo hemû bank, sazî û dezgehên darayî û kompanyayên navxweyî hatiye şandin.
Ceza li hevkarîkirina Hizbullaha Libnanê û DAIŞ'ê tên birîn
Ji bo ku hemû cezayên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi tevahî bi cih bînin û her cure danûstandineke darayî ligel nav û saziyên qedexekirî rawestînin.
Li gorî wan belgeyan, ev biryar xwe dispêre nameyeke fermî ya Nivîsgeha Karûbarên Amerîkayê li Bexdayê ku di 30’ê hezîrana 2026’an de hatiye şandin.
Ceza li 3 kesayet û 6 saziyan hatin sepandin
Tê de hatiye diyarkirin ku Nivîsgeha Kontrolkirina Darayiyên Biyanî di nîvê meha hezîranê de ceza li ser 3 kesayetî û 6 saziyan sepandiye, ji ber hêsankirina veguhastina pereyan ji bo DAIŞ’ê.
Hevdemî vê, lîsteyeke din a cezayan gelek kesayetiyên Libnanî û kompanyayên bazirganî digire nava xwe, ku ji aliyê Washingtonê ve bi piştgiriya darayî bo Hizbullahê tên tawanbarkirin.
Di nav wan de Silêman Antuan Firenciye, Mehmûd Qematî û Wail Qustentîn hene, her wiha kompanyayên Şefa, Globe Technology Providers, Globe International, AL - AHD company bo Bazirganî û Veberanînê û kompanyaya TYKE SAL, di lîsteya cezayan de ne.
Li gorî biryarê, hemû darayî û milkên wan kes û saziyan ku di bin desthilatdariya qanûnî ya Amerîkayê de bin, dê bên blokkirin.
Her wiha, her cure danûstandineke darayî ligel wan ji bo hemwelatî, sazî û wan aliyên ku qanûnên Amerîkayê wan li xwe digire, tê qedexekirin.
Her wiha, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hişyarî daye ku her saziyeke darayî ya biyanî ku rasterast an nerasterast hevkariya danûstandinên darayî yên wan toran bike, dê rûbirûyî cezayên mezin ên darayî bibe.