Li Sûriyê benzînxaneyan bihayên benzîn û mazotê rakirin

Ev demek e li seranserî Sûriye û parêzgeha Hesekê, krîza sotemeniyê derketiye. Benzînxaneyan bihayên benzîn û mazotê bilind kirine.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şîrketa Petrolê ya Sûriyê heta niha der barê bihabûnê de ti biryarname dernexistine.

Benzînxaneyan bêyî biryarnameyeke fermî ya Şîrketa Petrolê ya Sûriyê û aliyên peywendîdar, bihayên benzîn û mazotê bilind kirine.

Li benzînxaneyan lîtreyek benzîn ji 12 hezar û 500 lîreyên Sûrî derketiye 14 hezar lîreyî.

Lîtreyek mazot jî ku berê bi 10 hezar û 700 lîreyî bû, bûye bi 12 hezar lîre.

Tevî ku hin benzînxaneyan dest bi firotina bi van bihayan kiriye jî, lê heta niha Şîrketa Petrolê ya Sûriyê ti daxuyanî der barê sedemên bihakirinê de nedaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye