Wezîrê Karên Derve yê Sûriye Esed Hesen Şeybanî, ji bo beşdarbûna 52’emîn Civata Wezîrên Derve yên Welatên Rêxistina Hevkariya Îslamî, gihîşt Bexdayê.
52’emîn kombûna Civata Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî, li paytexta Iraq Bexdayê îro destpê dike. Biryare du rojan bidome.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriye Esed Hesen Şeybanî, ji bo beşdarbûna 52’emîn Civata Wezîrên Derve yên Welatên Rêxistina Hevkariya Îslamî, gihîştiye Bexdayê.
Li gorî nûçeya ajansa SANA’yê û daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, karên kombûnê piştî gihîştina hemû şandeyên beşdar destpê bike ku nûnerên 55 welatên endam û çavdêr beşdarin.
Civîn bi dirûşmeya ‘Diyalog û Hevxemî, Du Stûnên Sereke Ji Bo Bihêzkirina Aştî û Geşepêdana Berdewam tê lidarxistin.
Beşdarbûna di vê civînê de ji bo şêwirmendî, hemahengkirina helwestên welatên endam li ber astengiyên cîhana Îslamî û gotûbêjkirina rêyên bihêzkirina karê hevbeş qonaxeke girîng.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî ragihan ku mêvandarîkirina vê civînê di bin siya qeyran û astengiyên herêmî û navdewletî yên niha de, xwedî girîngiyeke taybete ji bo bihêzkirina diyalogê û yekxistina hewlan di ber aramî û geşepêdana berdewam de.