Di rewşa nû ya Sûriyê de, serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şara, got ku wê bi rêbazekî nû dest bi avakirina Sûriyê bike, lê gelek îşaretên ku mîrateya desthilatdariyê ya kevn hîn jî dewam dike hene. Rojnameya New York Timesê diyar kir ku li gel sozên guhertinê yên piştî desthilatdarîbûna Ahmed El- Şara hatin dayin li Sûriyê hîn jî mîrateya desthilatdariyê dewam dike.
“Rê û rêbazên bi pêla tundiya mezhebî tên bikaranîn”
Hikûmeta Veguhêz ragihand ku wê rêxistina ewlakariyê û girtîgehan ji nû ve birêxistin bike ku weke dewleta terorê dema Esad pênase dikir, lê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê El-Şara rê û rêbazên bi pêla tundiya mezhebî û nêzîkatiya wan a her kesî venahewîne bi kar anîn.
Li gorî raporê Wezareta Karên Hundir a Sûriyê meha Gulanê diyar kir ku wê sîstema girtîgehan li gorî pîvanên mirovî sererast bike. Lê belê çavdêr dibêjin, ev gotin li qadê bi cih nayên.
Ehmed El-Şari desthilatdariyê li nava derdoreke teng a gelekî nêzî xwe kom dike, ku li hember nenavendîbûnê û tevlîbûna civakî radibe.
Şari polîtîkayên cûdabûnê berdewam dike
Di rapora Rojnameya New York Timesê de hat diyarkirin ku hilbijartinên parlamentê ku tê plankirin di dawiya mehê de bêne kirin, destpêkê hêviyek ji bo demokratîkbûnê afirandibû.
Lê ji ber ku ji sê parên kursiyan hene ku yek jê wê yekser ji aliyê Şara ve bê tayînkirin, yên mayî jî bi rêya saziyên herêmî yên di bin kontrola hikûmetê de ne bêne diyarkirin, ev yek bû sedema nîqaşan.
Her wiha dervehiştina Hesekê, Reqa û Siwêdayê li derveyî hilbijartinê ji aliyê Kurdan ve weke ji nû ve hilberîna polîtîkayên dervehiştin û cudakariyê hate nirxandin.
“Bbûyera herî giran û bi xwîn meha tîrmehê li Siwêdayê bû”
Ev rewş ji bo yekbûna welatekî ku bi 14 salan bi şerê navxweyî hatiye parçekirin weke yek ji astengiyên herî mezin tê dîtin
Bûyera herî giran û bi xwîn meha Tîrmehê li Siwêydayê di navbera komên bi navê eşîrên Bedewî û civaka Durzî de qewimî; bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.
“Sûriye di rewşeke gelekî hesas a şikestinê de ye”
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen li Konseya Ewlekariyê got:
“ Sûriye di rewşeke gelekî hesas a şikestinê de ye, eger reformên zelal û her kesî vedihewîne neyên kirin wê piştgiriya navneteweyî jî winda bike.”