Li Xezeyê 61,249 kes hatine kuştin

Li Xezeyê, ji 7ê cotmehê 2023 heta niha şer di navbera Hemas û Îsraîlê de, berdewam dike. Li gorî amarên herî dawî ku saziyên Xezeyê ragihandine li Xezeyê hejmarên kuştiyan gihişt 61 hezar 249 kesan û 147 hezar 89 kesên din jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şer, alozî û kirîza mirovî ya li Xezeyê berdewam dike.

Li gorî Skynewsê li Xezeyê duh, 101 kes hatine kuştin û 820 kesên din jî birîndar bûne.

Ji destpêka şer û heya niha li Xezeyê 61,249 kes hatine kuştin û 147,089 kes jî, birîndar bûne.

Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku di nav qurbaniyan de, hezar 330 kes dema li benda wergirtina alîkariyê bûne hatin kuştin û 8 hezar 818 kesên din jî birîndar bûne, piraniya wan jî jin û zarok in.

 

 

Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 159 kes hatine kuştin

 

Li gel van amarên kuştinê rojeveke din a sereke ya Xezeyê, birçîbûn e.

Îsraîl dorpêçê weke çekekî bi kar tîne û ji ber vê polîtîkaya Îsraîlê li Xezeyê her ku diçe kirîza mirovî zêdetir dibe.

Hate ragihandin di nav 75 rojan de li Xezeyê ji ber birçîbûnê herî kêm 159 kes, di nav wan de, 90 zarok jiyana xwe ji dest dane.

 

NY: Pêwîstiya 2 milyon sivîl bi alîkarî heye

 

Neteweyên yekbûyî jî eşkere kir ku pêwîstiya 2 milyon sivîl bi alîkariyê hene û ev agahî parvekir:

“Li Xezeyê nêzî 100 hezar kes ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne, di nav wan de 40 hezar zarok in. Ji ber şer bi deh hezaran xanî hatine rûxandin û hejmara koçberan gihîştî 2 milyon kes. Ji ber kêmbûna xwerinê li Xezeyê nexweşî pir belav bûye.”

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da zanîn ku pêwîstiya wan ya lazgîn bi alavên tenduristiyê heye, li Xezeyê bi gîştî 40 nexweşxane hene, lê niha tenê 16 di xizmetê de ne.

 

 

142 welatan dewleta Filistînê nas kirin

 

Hêzên navdewletê ji bo Îsraîl dev ji van polîtîkayên xwe berde û zextê lê bikin mijara naskirina dewleta Filîstînê xistine rojeve.

Di dema avakirina dewlata Fîlîstînê de, heya niha 142 dewletan Filistîn nas kirin û herî dawî jî 10 dewlet ji ber êrîşa Îsraîlê li ser Xezeyê ve, hat nas kirin û yek ji wan Fransa bû.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî ragihand ku ew pêşwazî li biryara hinek welatan ya ji bo naskirina dewleta Filistînê ku paytexta wê Quds dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got: “Plana wan a ji bo naskirina dewleta Filistînê bênirx e. Bêyî razîbûna Îsraîlê dewletek Filistînî çênabe.”

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24