Namzetê rastgir dike bibe serokê Hondûrasê

Hondûrasa li parzemîna Amerîkaya Latîn e, duh ji bo hilbijartina serokê nû deng da Namzetê rastgir ku destekê ji Trump digire, dike di pêşbirkê de bi ser bikeve

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hondûrasa herdem dûrî rojeva sîyasetê ye vê carê bi hilbijartinekê hat rojeva cîhanê.

Roja yekşemê li welêt hilbijartinên serok, parlamento û şaredarîyan bi hev re hatin lidarxistin.

Texmîn ev bû, pêşbirka serokatîyê wê di navbera sê namzetan de pêk were.

Li gorî encamên ne fermî, Nasry Asfurayê di nava namzetan de ji % 41ê dengan girt.

Namzetê partîya lîberal jî ji % 39ê dengan girt û gihîşt rêza duyemîn.  

Nasry Asfurayê nêzîkî koşka serokatîyê kesekî rastgir e û Trump destekê digire.

Serokê Amerîkayê di dema kampanyaya hilbijartinê de bi zelalî pişta Asfûra girtibû.

Trump gef li Hondûrasê xwaribû û gotibû, eger Asfûra neyê hilbijartin wê Amerîka alîkarîya ji Hondûrasê re qut bike.

Hondûras welatekî li Amerîkaya Latîn e û tevlî welatên cîranên wê hevalbendeke Amerîkayê ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye