Li gorî ku hatiye ragihandin ji wan her sê goran gora herî mezin li herêma Ezra ya gundewarê rojhilat ê Derayê ye ku di gorê de nêzî 50 cenazeyên welatiyan hatine veşartin.
Şahidan eşkere kirin ku di nav cenazeyên sivîlan de birîndar jî hebûn ku li nêzî nuqteya tenduristiyê ya li herêma El-Besra El-Herîriye hatin îdamkirin.
Li gorî ku hatiye zanîn di gorên komî yên li Necha û Edra yên gundewarê Şamê 39 cenaze rizî bûne ku tenê şopa diranên wan tên naskirin.
Her wiha birayê qurbaniyekê jî diyar kir ku Navenda Naskirina Windayan ji bo ku cenazeyê birayê wî derxe û bigihîne Siweydayê 14 mîlyon lîreyên Sûrî xwestiye.