Erdogan: Ev gav wê yekîtiya me xurtir bike

Piştî ku 12 xalên pêşnûmeqanûnê hatin aşkerekirin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlekî û Serokê Giştî yê Partiya YENÎ’yê Ozgur Ozel, bi daxuyaniyên cûda piştgiriya qanûna çarçoveyî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de nirxandin kir.

Erdogan spasiya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli, kom û partiyên siyasî û parlamenteran kir wiha, got:

“Ez daxwaz dikim ev gava ku armanc dike Tirkiyê ji gefa terorê bi awayekî daîmî rizgar bike, yekitî û biratiya me ya neteweyî xurt bike û li welatê me û herêma me dê aramiyê hêzdar bike û bibe wesîleya xweşiyan.”

Erdogan got ev gava hatiye avêtin ji bo hemû gelên Tirkiyê bi xêr be. 

Erdogan û Devlet Bahçelî civiyan 

Her wiha Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, li qesra Serokkomariyê civiyan û der barê Pêvajoya Aştî, Civaka Demokratîk û Qanûna Çarçoveyî de, nîqaş kirin .

Civîneke girtî ji çapemeniyê re hat lidarxistin.

Der barê civînê de tu hurgulî nehatin parvekirin.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek: Gaveke girîng e

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akın Gurlek jî der barê pêşnûma Qanûna Çarçoveyî  de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî parve kir û wiha got:

"Pêşnûmeya ku hat rojeva meclisê, gaveke girîng e.

Armanc dike ku zemîna hiqûqî ya armanca me ya Tirkiyeya bêteror hêzdar bike. 

Armanca me; Tirkiyeke bi hêz e ku ewlehî, aramî û biratî tê de daîmî ye."

Gurlek da zanîn ku li vir prensîba bingehîn diyar e: Ji bo ku biryardariyên pêşnûmeyê bên cîbîcîkirin, divê hebûna fiîlî ya rêxistinê bi tevahî bi dawî bibe.

OZGUR OZEL: Di nêzîkatiya me de ti gurhertin nine

Ji hêla din ve Serokê Giştî yê Partiya YENÎ’yê Ozgur Ozel jî der barê ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya ku hat meclisê de rexneya AKP ya rêbaz kir.

Serokê Partiya YENÎ’yê diyar kir ku di gel piştrastkirina tesfiyekirina PKK’ê û danîna çekan ji aliyê MGK’ê ve, rojevê de girtina xala 7’an ku ji cîbîcîkirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn heta bi dawîanîna tayînkirina qeyyûman ji bo şaredariyan gelek xalên demokratîkbûnê dihewîne û her wiha ji bo “paşeroja hevpar a Kurd û Tirkan” pêwîst e.

Tevahiya gotinên Ozel wiha ne:

Dema ev pêşnûme dihat amadekirin xebateke hevpar nehate meşandin. 

Di nêzîkatiya me ya siyasî de tu guherîn tune ye, lê belê ji aliyê rêbaz û şêwazê ve karekî gelekî şaş e.

Veşartina metna pêşnûmêyê mîna sirrekê, girtina îmzeyan li ser kaxezên vala û nîv saet piştî ku ji partiya siyasî ya din re hat şandin teslîmî serokatiya meclisê kirin, li dijî ruhê meseleyê ye.’’

Ozel herî dawî da zanîn hesasiyet û şerha wan a di vê mijarê de berdewam dike. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye