Şaxê Yekem ê Dadgeha Şoreşê li Şîrazê, paytexta parêzgeha Faris li başûrê Îranê, bi tawana "dijminatiya li dijî Xwedê" cezayê bidarvekirinê li Mojteba Dehbendî yê 23 salî û Kiyanûş Hemzeh Ê Kazerûnî yê 27 salî birî.
Li gorî raporên hatine weşandin, doz ji ber wê yekê ye ku her 2 ciwan di dema xwepêşandanan de hejmarek ji birîndaran ji bo dermankirinê veguhastibûn cihê karê xwe.
Çavkaniyeke agahdar diyar kir ku hêzên ewlehiyê, wan bi rêya tomarên kamerayên çavdêriyê nas kirin, beriya ku 8 roj şûnda wan bigirin.
Di îdianameyê de, sûcdariyên parastina xwepêşanderan, tevgerên li dijî ewlehiya neteweyî û şewitandina cihên giştî jî hebûn.
Ji aliyê bersûcan ve, hîn li ser van sûcdariyan ti daxuyanî yan ti şîrove nehatine dayîn.