Amerîkayê êrîşî Îranê kir: 37 kes mirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, careke din êrîşî Îranê kir, di encamê de 30 sivîl û 7 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Amerîka û Îranê de, her ku diçe, alozî û êrîş zêde dibin. Dewleta Îranê, der barê êrîşên Amerîkayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Mahrenî ve hat dayîn, li başûrê Îranê di êrîşên DYA’yê de zêdetirî 30 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Di parvekirina Mahrenî ya li ser X’ê de, hat diyarkirin ku Hêzên Bejahî yên Artêşa Îranê li dijî qerekol û baregeha DYA’yê ya li Bampurê 13 fuze avêtine.

Her wiha hat diyarkirin ku tevî êrîşên zêde ji ber tedbîrên parastinê ziyanên canî zêde çênebûne û 7 endamên Tûgaya 388’emîn jiyana xwe ji dest dane. 

Trump ewlekariya neteweyî kom kir 

Li aliyekî din, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, ji bo nirxandina planên operasyona leşkerî ya hîn mezintir a li dijî Îranê, koma xwe ya ewlekariya neteweyî kom kir.

Li gorî nûçeya Axiosê, Donald Trump li Koşka Spî, bi koma xwe ya ewlekariya neteweyî re civiya û planên operasyona leşkerî ya nû ya li dijî Îranê nirxand.

Di nûçeyê de, hat diyarkirin ku di civînê de ji bilî operasyonên li dora Tengava Hurmizê, êrîşên li dijî “armancên stratejîk” ên li Îranê hatine nirxandin.

Alîkarê Donald Trump JD Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Dîrektorê CIA’yê John Ratcliffe û rayedarên din ên payebilind tev li civînê bûn.

Tê zanîn ku ji 28’ê sibatê ve, êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiribûn û di encamê de, Îranê gelek ziyanên madî û canî dîtine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye