Di çarçoveya peymana 29’ê çileyê de, xelkên gundên Zirgan û Til Temirê vedigerin malên xwe yên wêrankirî.
Ji ber êrîşên komên çekdar ên ser bi dewleta Tirkî ve, ji sala 2019’an û vir ve bi hezaran xelk koçber bûn.
Ev demeke şêniyên gundewarên Zirgan û Til Temirê piştî çend salan vedigerin malên xwe.
Hin mal bi temamî hatine wêrankirin û ne guncaw in ku jiyan li wan were kirin.
Tevî şert û mercên dijwar ên herêmê, koçber vedigerin gundên xwe yên wêrankirî û hewl didin malên xwe ji nû ve ava bikin.
Mal û binesaziyên gundan bi awayên cuda wêran bûne, hin xanî bi tevahî wêran bûne û ne guncaw in ku mirov li wan bijîn, ev yek rê li ber vegera koçberên gundên Zirgan û Til Temirê astengiyan çêdike.
Ji ber kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn, bi taybetî av û kehrebe, kesên vegeriyayî zehmetiyan dikişînin.
Ji bo ji nû ve avakirinê û çareserkirina encamên wêraniyê, ti bernameyeke diyar tune ye.
Koçberan bang li rayedarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û rêxistinên navdewletî kir ku li hember ziyan û wêraniya mal û gundên wan, alîkariya wan bikin.
Ji ber nebûna şert û mercên guncaw, bi hezaran malbatên koçber nikarin vegerin malên xwe.
Bi dehan mal û binesaziyên li gundên Rebîat, Til Werid, Şêx Elî, Qubur Qeracna, Meslata û Ebûş bi awayên cuda wêran bûne, hin xanî bi temamî hatine wêrankirin û ne guncaw in ji bo jiyanê.
Ev jî jixwe dibe astengî li ber vegera koçberan a ji bo mal û gundên wan.