Di postekê li ser platforma "Truth Social" de Trump diyar kir ku tibaba petrola bi hêsaznî dikare were derxistin, ji ya hema hema her cihê din ê cîhanê zêdetir e.
Trump bal kişand ser girîngiya Grînlandayê ji bo ewlehiya DYA û Ewropa di warê parastin û êrîşan de û tekez kir ku çi êrîşa li dijî Amerîkayê pêk were, dê di Girînlandê re derbas bibe.
Meha borî, Trump bi Danîmarka û Grînlandayê re peymanek îmze kir.
Ev peyman bi armanca kêmkirina rageşiyê bû, lew re Trump bi berdewamî daxwaz dikir ku Grînlanda bibe beşek ji Amerîkayê.
Pûtepêdana Amrîkî bi Giravê hemwextî zêdekirina Rûsya bo karînên xwe yên leşkerî, di nav de baregehên deryayî û karînên nukleerî li herêma cemsarî, zêde bûye.