Çalakiya Cenevre di meha 55 an de ye

Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, di meha 55’an de ye. Di çalakiyê de salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê hat şermezarkirin û li dijî polîtîkayên înkara gelê kurd banga tevlîbûna çalakiya 26ê mehê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakiya rûniştinê ya ku li Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, di meha 55’an de ye. 

Di çalakiya vê hefteyê de ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" her Çarşemê tê lidarxistin, îşaret bi salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê hat kirin.

Di çalakiyê de polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Veysel Kuşkanadi axivî.

Kuşkanadi balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk îfadeya herî şênber a îradeya aştiyê ye

 

Osman Tekîn: Çareserî modela Rêber APO ye

 

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Osman Tekîn di daxuyaniya heftane de balkişand ser Peymana Lozanê û got:

"Bersiva herî xurt a li hemberî rejîmên ku îro vê statûkoyê didomîne, modela çareseriya konfederal a demokratîk a Rêber Apo ye."

 

'Beşdarî mîtînga Lozanê ya 26ê mehê bibin'

 

Çalakvanan diyar kirin, Peymana Lozanê ku sala 1923’an di berjewendiya emperyalîst de hate îmzekirin, pirsgirêka bingehîn a tunehesibandina îradeya gelê Kurd e.

Di dawî de li ser navê tevgera jin banga tevlîbûna xurt a ji bo meşa di 26’ê Tîrmehê de li Lozanê bê lidarxistin hate kirin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.

Ev çalakî ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Siwîsreyê dewam dike.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24