AMNESTY: Îranê li dijî Îsraîlê bombeyên qedexekirî bi kar aniye

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îran bi karanîna bombeyên mîsket ên qedexekirî li Îsraîlê li dijî cihên sivîlan tawanbar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistinê bi karanîna mîsketan weke binpêkirinên eşkere yên qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav kir.

Rêxistina Efûyê da zanîn ku Îranê di 19, 20 û 22ê Hezîranê de 3'ê êrîşên bi vî rengî pêk anîne, ku 3'ê deverên li bakur û başûrê Îsraîlê kirine armanc.

Rêvebira lêkolîn, piştgirî û kampanyayan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Erica Guevara Rosas, got ku bombeyên misketê çekek qedexekirî ye û divê qet neyên bikar anîn.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Îranê meha borî mûşekên balîstîk ên ku kask li ser wan hebûn li dijî wargehên Îsraîlê bi kar anîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24