Balafireke rêwiyan a Rûsyayê kete xwarê

Balafireke rêwiyan a Rûsyayê kete xwarê, di encamê de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balafira ku 49 kes tê de bûn, li herêma Amûr a li rojhilatê Rûsyayê ket xwarê.

Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê ragihand ku tîmeke wan bi helîkopterek Mi-8 li cihê bûyerê geriya û lêkolîn kir û endamên wê tîmê, parçeyên balafira şewitî dîtin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, tevahiya kesên di nav wê balafirê de jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha parêzgarê herêma Amûrê Vasîl Orlov jî, da zanîn ku di nav wan 49 kesan de, 5 zarok û 6 endamên desteya firokvaniyê ya Rûsyayê hebûn.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24