Amerîka daxwaza îstifaya Sererkanê Artêşê kir

Pentagonê ragihand ku Serfermandarê Artêşê Randy George dê dest ji kar berde û teqawid bibe. Berî daxuyaniya fermî, di çapemeniya Amerîkî de raporên ku îdia dikirin Wezîrê Parastinê Pete Hegseth ji George xwestiye ku îstifa bike û teqawid bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Pentagonê îro ragihand ku Serfermandarê Artêşê Randy George dê tavilê dest ji kar berde û teqawid bibe.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ev daxuyanî bi rêya medyaya civakî da.

Lêbelê, berî daxuyaniya fermî, di çapemeniya Amerîkî de raporên ku îdia dikirin Wezîrê Parastinê Pete Higseth ji George xwestiye ku îstifa bike û teqawid bibe.

Dûrxistina yek ji fermandarên herî bilind ên artêşa Amerîkayê di demekê de ye ku Amerîka li dijî Îranê di nav şerekî giran de ye.

General George di lîsteya wan fermandarên bilind de kesê dawî ye ku di gera duyem a serokatiya Trump de ji kar tê dûrxistin.

 

Randy George xwedî tecrubeyeke leşkerî ya nêzîkî 40 salî ye

 

Randy George xwedî tecrubeyeke leşkerî ya nêzîkî 40 salî ye û çend caran li Îraq û Efxanistanê xebitiye.

George di serdema Joe Biden de alîkarê bilind ê Lloyd Austin bû.

Tê texmînkirin ku dibe ev yek, ji ber nerazîbûna îdareya niha ya li hemberî wî be.

Trump piştî vegera xwe ya Koşka Spî li serkirdayetiya artêşê gelek guhertin çêkir ji wan:

Dûrxistina Sererkanê Giştî yê Hêzên Çekdar General Charles Brown.

Guhertina fermandarên Hêzên Deryayî û Nobedarên Beravan.

Dûrxistina Birêvebirê Ajansa Ewlehiya Niştimanî.

Malnişînkirina Sererkanê Hêzên Asmanî bêyî tu daxuyaniyeke zelal.

Pete Hegseth tekez dike ku Donald Trump tenê wan serkirdeyan hildibijêre ku cihê baweriya wî ne lê yasadanerên Demokrat ji "siyasîkirina" artêşa Amerîkayê dilgiran in.

Ew hişyariyê didin ku ev cure guherînên bilez ên di dema şer de, dibin sedema qelsbûna saziyeke niştimanî û bêalî ya wekî artêşê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye