Şerê Ûkrayna û Rûsyayê tevî îdeaya Trump a ku wê di demeke nêz de bi dawî bibe, hîn berdewam e
Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku wan rêzeêrîşên sabotajê yên Ûkraynayê li dijî navendên leşkerî yên Rûsyayê pûç kirine.
Servîsê, îstîxbarata Ûkraynayê bi plankirin û peydakirina welatiyeke Rûsî ji bo pêkanînê tawanbar kir.
Servîsa Federal got: "Servîsên îstîxbarata Ûkraynayê jineke Rûsî ya 25 salî, amade kirine ku êrîşeke terorîstî li dijî rayedarekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li Moskovayê pêk bîne.
Piştî ku ew bi têkiliyeke romantîk ji aliyê koordînatorekî Ûkraynî re hatiye xapandin."
Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê diyar kir ku ew jin hatiye girtin.
Parêzgarê herêma Rostov a Rûsyayê ragihand ku dronên Ûkraynî li Deryaya Azovê êrîşî du tankerên petrolê kirin.
Parêzgar diyar kir ku ekîbên herdu tankeran hatin rizgarkirin.
Di encama êrîşa dronê de agir derket.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên parastina hewayî yên Rûsyayê şeva borî 73 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.
Trump: Em ê destûrê bidin ku Ûkrayna mûşekên patriot çêbike
Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina xwe ya digel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelensky de gotiye ku ji bo Amerîka neyê tawanbarkirin, ew ê destûra çêkirina mûşekên Patriot bidin Ûkraynayê.''