Trump: Em ê bi tundî bersivê bidin her êrîşeke Îranê

Alozî û gefên di navbera Amerîka û Îranê de, careke din derdikevin holê. Donald Trump di daxuyaniya xwe ya herî nû de diyar kir ku ew ê bi hêzeke 20 qat mezintir bersiva her êrîşeke Îranê bidin. Ji aliyekî din ve, Supaya Pasdarên Îranê hişyarî da artêşa Amerîkî ku eger êrîşên xwe dubare bike, dê bersiva wan a êrîşan berfireh bibe. Kuweyt û Behreyn jî ragihandin ku wan êrîşên Îranê asteng û bêbandor kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê daxuyaniyan di navbera Amerîka û Îranê careke din çêdibe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê 20 caran tundtir bersivê bidin her êrîşeke Îranê.

Donald Trump got ku êrîşên dawî yên ji aliyê Washingtonê ve hatine destpêkirin, bersiva êrîşa Îranê ya li ser sê keştiyan in.

Her wiha Trump diyar kir ku Amerîkayê serkeftineke leşkerî li ser Îranê bi dest xistiye û angaşt kir ku rayedarên Îranê vê dawiyê bi Amerîkayê re têkilî danîne û daxwaza rêkeftinekê kirine û ev peyam da:

Trump: Em dikarin di rojekê de li hemû Parzûngehên Îranê bidin

"Me hîn potansiyela xwe ya giştî bi kar neaniye.

Ger em bixwazin, em dikarin di rojekê de li hemû parzûngehên Îranê bidin û ew ê nikaribin tiştekî li ser vê yekê bikin.

Ger pêwîst be, em ê santralên elektrîkê û santralên bêxwêkirinê jî ji holê rakin.

Ev ne tercîha me ye, lê heke pêwîst be, em ê bikin."

Îranê êrîşî baregehên Amerîkî yên li Kuweyt û Behreynê kir 

Ji aliyekî din ve, Supaya Pasdarên Îranê jî êrîşên li ser binesaziyên girîng û tesîsên li baregehên Amerîkî yên li Kuweyt û Behreynê ragihand.

Supaya Pasdarên Îranê hişyarî da artêşa Amerîkî ku heke êrîşên leşkerî dubare bibin, bersiva wê dê li baregehên din ên Amerîkî yên li Welatên Kendavê berfireh bibe.

Kuweyt û Behreyn: Me êrîşên Îranê asteng kirin 

Ajansa Nûçeyan a Tasnim jî ragihand ku Flota 5’emîn a Amerîkî li Behreynê dîsa hat hedefgirtin.

Kuweyt û Behreynê diyar kirin ku wan êrîşên Îranê asteng û bêbandor kirin.

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Kuweytê ragihand ku pergalên parastinê yên welat careke din êrîşên bi mûşek û dronan ên Îranê asteng û bêbandor kirine.

Her wiha Behreynê ragihand ku pergalên wê yên parastinê êrîşên Îranê asteng kirine.

Di heman demê de, Wezareta Karên Hundir a Qeterê da zanîn ku asta gefên ewlehiyê bilind e û ji welatiyan xwest ku heta agahdariyeke din li malên xwe bimînin.

Qalîbaf: tTengava Hurmizê tenê bi rêkeftinên Îranê vedibe

Derbarê Tegava Hurmizê de jî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf axivî û got:

"Tengava Hurmizê tenê bi rêkeftinên Îranê vedibe, ne bi gefên Amerîkî.

Amerîka hîn fêr nebûye ku zordarî û şikandina sozan êdî nayên efûkirin.

Bila ez zelal bim, her kesê ku êrîş bike, dê were lêdan.

Bê zanebûn lê nede, an na, hûn ê hîn kûrtir bikevin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye