Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de her ku diçe gurtir dibe.
Ev şer bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike.
Duh Desteya Heşda Şeibî, bi daxuyaniyekê ragihand ku li qezaya Rutbeyê ya parêzgeha Enbarê êrîşî Lîwaya 17`an a hêzên wan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ev êrîş ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.
Heşda Şeibî, derbarê ziyanên canî de da zanîn ku di êrîşê de 2 çekdarên wan hatine kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûne.
Zêdetirî 20 dronên xwekuj li asmanê Hewlêrê hatin xistin
Her wiha şeva borî asmanê Hewlêrê bû qada rûbirûbûna bi dehan dronên xwekuj.
Tevî ku dron li asman hatin pûçkirin, lê ketina perçeyên wan li ser taxên sivîlan bû sedema ziyanên madî yên mezin.
Li gorî agahiyan şeva borî zêdetirî 20 dronên xwekuj li asmanê bajêr hatine şikandin û xistin.
Ji ber teqînên li asman, perçeyên dronan li ser çend taxên niştecihbûnê yên Hewlêrê ketine xwarê.
Li taxeke sivîl, droneke xistî ket ser banê xaniyekî û ziyanên mezin derketin.
Di encama êrîşan de ta niha ti ziyanên canî tune ne.