Îsraîlê mûşeka ji Yemenê hatibû avêtin têk bir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro serê sibê mûşeka ku ji Yemenê hatiye avêtin, têk biriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku Hêzên wan ên Hewayî, mûşeka ji Yemenê hatibû avêtin têk bir.

Artêşê, eşkere kir ku li gorî protokola diyarkirî, sîrenên êrîşa hewayî nehatin aktîvkirin.

Her wiha Hûsiyan jî, berpirsiyariya vê êrîşê li xwe negirt.

Ji dema ku şerê li Xezayê di 7`ê Cotmeha 2023`an de dest pê kir, Hûsî bi berdewamî mûşekên balîstîk û dronan ber bi Îsraîlê ve diavêjin.

Li gorî Hûsî dibêjin ku ev êrîş beşek ji piştgiriya wan a ji bo Filistîniyên li Xezeyê ne.

Îsraîl jî bi êrîşkirina ser cihên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê bersiva van êrîşan dide.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24