Li Trabzonê êrişa li ser formaya Amedsporê: Rêveberiyê serî li hiqûqê da

Beriya lîstika hefteya sêyemîn a Lîga Super a navbera Trabzonspor û Amedsporê, li navenda Trabzonê jineke ku formaya Amedsporê li xwe kiribû rastî êriş û zextên devkî hat. Rêveberiya Amedsporê ev kiryara provokatîf bi tundî şermezar kir, ragihand ku wan pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin û bang li alîgiran kir ku li hemberî provokasyonan bi aramî tevbigerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zext û heqaret li meydana bajêr

Bûyera nexweş li Meydana Trabzonê qewimî. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûn de hat dîtin ku komek kes li dora jineke bi formaya Amedsporê kombûne. Êrişkaran bi gotinên wekî "terorîst", bi bi xeber û gotinên derveyî rêzê zext li jinê kirin ku formaya xwe ji xwe bike. Jin li hemberî vê êrişa devkî bertek nîşan da û got: “Ez ne terorîst im, ez ji Amedê me. Hevjînê min jî ji Antalyayê ye.”Ji bo ku bûyer zêdetir mezin nebe, hevjînê jinikê ku formaya Beşiktaşê li xwe kiribû, tîşortê xwe derxist û bi ser formaya Amedsporê ya hevjîna xwe de kir da ku wê biparêze û veşêre.

Amedspor: Em ê berpirsan bidên dadgehê

Piştî belavbûna dîmenan, Rêveberiya Amedsporê daxuyaniyeke fermî belav kir û êriş bi tundî şermezar kir. Klûbê destnîşan kir ku lixwekirina formayê nîşaneya hezkirinê ye û nabe ti kes ji ber vê yekê rastî zextan bê. Amedsporê banga lezgîn li dezgehên dadwerî kir û eşkere kir ku wan bixwe jî bi fermî serî li rêyên hiqûqî daye da ku berpirs werin cezakirin.

Banga Aramî û Werzişvaniyê

Klûbê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser yekparebûna werzişê û diyar kir ku ev tevgerên takekesî nikarin li ser navê hemû bajarekî an klûbekê werin hesibandin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo lîstika pêş de ne alozî, pêşdarazî û dijminatî, lê belê hêza yekgirtî û rêzgirtina futbolê derkeve pêş. Rêveberiyê bang li hemû alîgiran kir ku bi hişmendî û aramî tevbigerin daku rê li ber kûrbûna krîzan were girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye