Li Nepalê Karesata Lehiyê: Hejmara qurbaniyan gihîşt 734 û 2,500 kes jî winda ne

Piştî herifîna qeşayê ya ku wekî erdhejeke bi hêza 4.4 rû da, li Nepalê lehiyên wêranker çêbûn; rayedarên herêmî ragihand ku 734 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzîkî 2,500 kes jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma çiyayî ya Nepalê, bûyereke mezin a xwezayî bû sedema karesateke mirovî ya giran. Li gorî zanyariyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS), herifîneke mezin a qeşayê lerizîneke mîna erdhejeke 4.4 pileyî ava kir û ev yek bû sedema rabûna lehiyên herî dijwar ên herêmê.

Karbidestên Nepalê eşkere kirin ku heta niha cenazeyên 734 kesan hatine dîtin. Lê belê, fikarên herî mezin li ser çarenûsa nêzîkî 2,500 kesên windabûyî ne ku tu agahî ji wan nayê girtin. Tîmên rizgarkirinê di şert û mercên giran de xebatên xwe berdewam dikin, lê ji ber dijwariya rewşê, her ku diçe tirs û fikarên li ser zêdebûna hejmara qurbaniyan zêdetir dibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye