Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo ku beşdarî civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf bibe çû Qirgizîstanê.
Lavrov li balafirgehê ji alîyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Qirgizîstanê û Balyozê Rûsyayê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor kenala fermi ya Rûsyayê, dê Di hevdîtinên ligel karbidestên Qirgizîstanê, pirsa ewlehîya herêmî li Asyaya Navîn û zêdekirina xebatên hevbeş ji bo rûbirûbûna metirsiyên hêzên terorîst ên tundrew û navdewletî bêne gotubêjkirin.
Herweha dê mijarên hevkariya di warên siyasî, bazirganî, aborî, leşkerî-teknîkî, çandî, mirovî û her wekî din di çarçoveya berfirehkirina têkiliyên Rûsya û Qirgizîstanê de werin nîqaşkirin.
Di civîna Lijneya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Kolektîf de, dê li ser rewşên navneteweyî, herêmî û perspektîfên pêşvebirina hevkariyê di nav welatên endam di Rêxistina Peymana Ewlehiyê ya Kolektîf de nîqaşên berfireh bêne kirin.
Dîlber Ehmed Hecî