Lezgin

Grossi: Îran dikare di çend mehan de dest bi hilberîna uranyûmê bike

reset font size increase font size

Serokê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi raghand ku Îran dikare “di nav çend mehan de”, dest bi hilberîna uranyûma dewlemendkirî bike. Tevî zirara ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê li tesîsên wê yên nukleerî çêbûye.

Di 13’ê Hezîranê de, Îsraîlê rêze êrîş li ser navendên leşkerî û nukleerî yên Îranê kirin. Ev êrîş bi armanca seknandina Tehranê ji çêkirina çeka nukleerî bû.

Piştre Amerîka tevlî êrîşan bû û sê tesîsên sereke yên bernameya nukleerî ya Îranê kirin armanc.

Grossi got ku Îran dikare di nav çend mehan de, saziyên xwe yên nukleerî bixebitîne da ku uranyûma dewlemendkirî hilberîne.

Rayedarên Îranê jî dibêjin ziyan negihiştine depoyên wan ên uranyûma dewlemendkirî ya ku tê texmînkirin 408.6 kîlogram be.

Grossi eşkere kir ku ew nizanin niha ev metiryal li ku derê ne dibe ku hin ji wan di êrîşê de hatibin rûxandin, lê dibe ku hin  ji wan hatibin veguhestin.

Herî dawiyê jî Trump da zanîn ku depoya uranyûmê ji cihê xwe nehatiye veguhestin, ji ber ku ew karekî zehmete ku were kirin.

Malva Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24