Li ser sînorê Pakistanê 20 çekdarên Talîbanî hatin kuştin

Li Pakistanê di navbera artêşa Pakistanê û Talîban de, şer derket di encamê de 20 çekdarên Talîbanî hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li ser sînorê Pakistan-Efxanistanê di navbera artêşa Pakistanê û Talîbanî de pevçûn derket, di encamê de 20 çekdarên Talîban ê Efxanî hatin kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanî diyar kirin ku hêzên Efxanî bi guleyan li xaleke sînor ya li navçeya Kurram a parêzgeha Xeyber Paktunxwa ya Pakistanê reşandin.

Piştî vê bûyerê artêşa Pakistanê bi topên giran bersîv dane, di encamê de çend çeper û tankên Talîbanê wêran kirin.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku di nava hefteyekê de, hêzên "Îmarata Îslamî ya Efxanistanê" 58 leşkerên Pakistanî kuştine.

Lêbelê, artêşa Pakistanî ev hejmar red kir û îdia kir ku wan tenê 23 leşker winda kirine.

Sînorê di navbera her du welatan de, herî kêm 2 hezar û 600 kîlometre ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye