Giha wekî beşek ji dermanên xwezayî têne hesibandin ku ji demên kevnar ve ji bo dermankirina gelek nexweşiyan têne bikaranîn.
Ev ji ber naveroka wan a dewlemend a vîtamîn, rûn û asîdên amînî ye ku tendirustiyê baştir dikin û piştgiriyê didin xwarina rast.
Ji ber girîngiya wan, giha bûne beşek ji dermanên alternatîf û temamker.
Amadekariyên giyayî bi hezaran salan hatine bikaranîn. Ew bingehek girîng a dermanên kevnar bûn.
Jinê ji bo dermankirinê giya keşf kir
Di serdemên kevnar de jin ji bo ku nexweşiyên civakê derman bike giya berhev dikir, gelek giya ji bo dermankirinê keşf kir û li ser xwe ceribandin.
Di encama van ceribandinan de hin jinan jiyana xwe jî ji dest didan.
Her wiha jin di têgihîştina amadekariyên giyayî de jêhatî bûn û ev zanîn ji bo tendirustiyeke baştir bi kar anîn e.
Ev zanîn ji nifşekî derbasî nifşekî din dibû û alîkariya pêşxistina rêbazên dermankirinê yên nû dikir.
Yek ji giyayên xwezayî ku ji demên berê ve ji bo dermankirinê, tê bikaranîn Beybûn e.
Beybûn baweriya gelek kesan bi dest xistiye
Beybûn, kulîlkek spî an jî zer, bi bêhnek taybet e ku gelek feydeyên xwe hene. Ew wekî yek ji dermanên xwezayî yên herî girîng ji bo nexweşiyan baweriya gelek kesan bi dest xistiye.
Gelek cureyên Beybûnê hene, dibe ku yên herî navdar Beybûna Romayî û Beybûna Almanî bin.
Beybûn gelek vîtamîn û mîneralên girîng dihewîne
Lêkolînan piştrast kirine ku ev giya gelek vîtamîn û mîneralên girîng dihewîne, yên herî girîng ev in:
Asîda folîk, vîtamîn A, kalsiyûm, potasyûm, magnîzyûm, zînk(çinko) û gelek xurekên din jî dihewîne, weke hesin, manganîz û vîtamîna B12.
Ji ber vê yekê çaya Beybûnê ji bo tendirustiya me gelek sûdmend e.
Bi saya gelek pêkhateyên xwe yên antîoksîdan û dijî-iltihabê, çaya Beybûnê yek ji baştirîn dermanên xwezayî ye.
Ji bo çerm û neynûk, bêhnvedan, kêmkirina strês, fikar û bêxewiyê, sîstema parastinê ya laş, alîkariya paqijkirina laş, kêmkirina êşa mehane, di pêşvebirina tendirustiya helandinê de û ji bo diranan jî gelekî baş e û bi sûd e.
Çaya Beybûnê mirov ji nexweşiyên alzheimer û penceşêrê diparêze
Çaya Beybûnê ji nexweşiyên alzheimer û dil re gelekî baş e û li dijî nîşanên alerjiyê, penceşêrê û osteoporozê jî, laşê mirov diparêze.
Her wiha ji ber taybetmendî û pêkhateyên Beybûnê bi teşwîqkirina pankiryasê ji bo hilberîna ensulînê bi awayekî xwezayî, zêdekirina hesasiyeta laş ji ensulînê re tê bidestxistin, ev yek dibe alîkar ku asta şekirê xwînê kêm bibe.
Ji bo encamên baştirîn bi dest bixin, pispor pêşniyar dikin ku rojane herî kêm yek kadeh çaya Beybûnê were vexwarin.
Her wiha pispor dibêjin ji bo ku hûn sûdê hîn baştir ji Beybûnê werbigirin, divê destpêkê hûn avê bikelînin, paşê kevçîyek Beybûn lê zêde bikin û bila 10 deqeyan bimîne, paşê parzûn bikin û vexwin.
Di bijîşkiya alternatîf de, ji bilî çaya Beybûnê gelek cure kulîlk an jî giyayên ji bo parastina ji nexweşiyan tên bikaranîn hene û bikaranîna wan zirarê li laşê mirov nakin.
Weke çaya kesk, Hibiscus(kerkedê), zatera bejahî û zeyzefûnê.