Berdevka wezaretê Kingsley Wilson, got ku hêzên Amerîkayê serdestiya qadên hewayî û deryayî li Îranê didomînin.
Li gorî agahiyên ku rayedarên leşkerî dane rojnameya New York Times;
“Hejmara leşkerên amerîkî li herêmê 50 hezar derbas kiriye. Ev jî ji ya asayî nêzîkî 10 hezarî zêdetir e.
Di nav de jî êrîşeke berfireh an jî desteserkirina giravek an devereke di nav Îranê de da ku Tengava Hurmizê ji bo keştîvaniyê vebe.”
Li gorî hin raporan, nêzîkî 2 hezar leşkerên Firqeya 82'yan a hewayî bo cihên nepen ên di nav sînorên Îranê de hatine şandin, dibe ku ji bo desteserkirina Girava Xarg werin bikaranîn.