Di mehekê de 496 mûşek û dron li Başûrê Kurdistanê ketin

Şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê mehek derbas kir. Di vê mehê de, Herêma Başûrê Kurdistanê bi 496 mûşek û dronan hate armanckirin. Di encamê de, 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 88 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê, bandora xwe li Herêma Başûrê Kurdistanê jî kiriye.

 

Li Herêma Başûrê Kurdistanê di vê meha şer de gelek êrîş pêk hatin.

 

Li gorî daneyan, ji 28'ê sibatê ve û heta îro Herêma Başûrê Kurdistanê bi giştî bi 496 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

 

Dabeşbûna êrîşan li gorî parêzgehan wiha ye:

 

Herî zêde parêzgeha Hewlêrê bûye armanc:

 

Hewlêr û derdora wê: Zêdetirî 380 dron û mûşek.

 

Silêmanî: Zêdetirî 90 dron û mûşek.

 

Dihok: 15 dron.

 

Helebce: 2 dron.

 

Her çi qas dawiya hefteya borî hejmara êrîşan kêm bûbe jî, di nava 24 saetên borî de êrîş ducare zêde bûn.

 

Di vê dema kurt de 36 dron û mûşek arasteyî herêmê hatin kirin.

 

Ji 28'ê sibatê ve 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 88 kesên din jî birîndar bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye