Li Amedê wê "Bazara Pevguhertinê" bê danîn

Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Avêtiyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Ekolojiyê, wê "Bazara Pevguehrtinê" bê danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bazara Pevguhertinê, wê bi mebesta derketina li dijî çanda mezaxtinê û pêşxistina çanda parvekirinê, bi dirûşma "Em bi mezaxtinê ve dimezixin, bi parvekirinê ve bihêz dibin" were danîn.

Ev çalakî wê di 15'ê Mijdarê de roja şemiyê saet di navbera 12.00 û 15.00'an de li Sumerparkê bê lidarxistin.

Di bazarê de, kelûpelên wek cil û berg, teknolojî, pirtûk û kovar cih bigirin û welatî wê bi kelûpelên ku bi xwe re bînin ve biguherînin.

 Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Avêtiyan, ji bo çalakiya ku bi mebesta balkişandina ser çanda mezaxtinê û zêdekirina piştevaniyê tê sazkirin, bangî tevlibûna welatiyan kir.   

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye