Lezgin

WEZARETA KARÊN HUNDIR: ÊRIŞ JI ALIYÊ KOMÊN GIRÊDAYÎ HEŞDA ŞEEBÎ VE PÊK TÊN

Wezareta Karê Hundir a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev êrîş ji aliyê komên girêdayî Heşda Şeebî ve pêk hatine.

reset font size increase font size

Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên dawiyê yên bi rêya dronan li ser Başûrê Kurdistanê hatibûn kirin, daxuyaniyek belav kir. 

Wezaretê ragihand, komên girêdayî Heşda Şeebî êrişan pêk anîne.

Wezaretê balkişand ser îdaiyên ku dibêjin baregehek a Îsrailê li  Başûrê Kurdistanê heye û got; “Ev nûçe şaş in û ji rastiyê dûr in, baregehên Îsraîlê li Kurdistanê nîne. 

Wezareta Karên Hundir  ev yek jî anî ziman ku ew êrişên demên dawiyê yên bi dronan pêk hatine, ji aliyê hinek komên girêdayî Heşda Şeebî ve pêk tên û armanca wan li herêmê derxistina aloziyan e.

Derbarê mijarê de heya niha ji Hikumeta Iraqê û Heşda Şeebî ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24