Di hevdîtinekê di gel Peymangeha Aştiya Kurdî de, Fermandara Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn behsa rola mezin a YPJ û pêvajoya entegrasyona leşkerî bi hikumeta veguhêz a Sûriyê re, her wiha cihê jinê di vê pêvajoyê de kir.
Rohilat Efrîn da xuyakirin, YPJ beşekî sereke ji şoreşa Rojava ye ku temenê xwe nêzî 13 salan e û diyar kir, ev yekemîn artêşa femînal e ku di rûyê dagikeriyê de disekine û wiha got:
"Yekîneyên Parastina Jinê bi çekan dest pê nekir, lê belê bi xwerêxistinkirinê ku çeka herî mezin e.
Têkoşîna ku jinan birêve bir, sedema sereke ya jinavbirina DAIŞ`ê bû."
Rohilat Efrîn: Tekane hêza xwedî bingeh QSD`ê ye
Fermandara YPJ'ê teqez kir, girîngtirîn encamên diyalogên bi hikumeta veguhêz re lihevkirina 10`ê Adarê ye ku hebûn, ziman, çand û mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas dike.
Rohilat Efrîn wiha berdewam kir:
"Me got îro tiştek bi navê artêşê li Sûriye tune ye, belê bêhtirî 100 komên çekdar hene.
Tekane hêza xwedî bingeh, pisporî û karîne QSD ye.
Em dibînin ku QSD dikare bibe nimuneyek bo artêşa nû ya Sûriyê nexasim ku ew hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne.
Ji bo YPJ em dixwazin ew di nava pergala leşkerî ya nû de serbixwe bimîne.
Ti kes nikare guhertinê li ser me ferz bike."
Fermadara YPJ'ê destnîşan kir, danûstandin bi hikumeta veguhêz re berdewam in lê heta niha ti gavên pratîk li ser erdê pêk nehatine.
Rohilat Efrîn da xuyakirin, hikumeta veguhêz di bin bandora hin aliyên Îslamê yên radîkal û hin hêzên biyanî de ye û wiha bidawî kir:
"Em teqez dikin ku çi çareserî yan jî pêvajoyeke aştiyê ku jina birêxistinkirî tê de nebeşdar be, ne gengaz e."