Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê Fatîme Hesen di derbarê hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser û deshilata Şamê de axivî û got: ‘Ev hevdîtinên ku çêdibin ji aliyê şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û deshilata Şamê re cara yekem e bi vî awayî pêk tê.’
Fatîme da zanîn ku di nav wan dîlgirtiyan de 7 hevalên YPJ'ê hatin berdan û balkişand ser vê yekê jî, ev lihevkirin dibe bingehek Ji bo koçberên Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî bi awayekî ewle vegerin bajarê xwe.
Li bajarê Şamê peytexta Sûriyê, civînek di çarçoveya şopandina pêkanîna bendên peymana 10’ ê Adarê de hat li dar xistin, ya ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El Şera de hatibû îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a bidawîhatina civîna li Şamê, li ser 4 xalên sereke di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye.
Her çar xal jî ev in:
1. Avakirina komîteyên şaxî yên taybet ji bo şopandina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El Şera de hatiye îmzekirin.
2. Hewldana çareserkirina pirsgirêkên mayî yên têkildarî ezmûnan, navendên ezmûnan û misogerkirina mafên xwendekaran.
3. Gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin.
4. Ji nû ve aktîvkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê û hewldana çareserkirian wê bê dayîn, ku dikeve xizmeta aramî û aştiya civakî.