Amadekariyên çalakiyên 1`ê Gulanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tên kirin

Wê sibe li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek çalakî li gund, navçe û bajaran werin lidarxstin. Di bangên ji bo beşdarbûna li çalakiyan, hat diyarkirin ku dengê di wê rojê de bilind bibe, rûmeta kedê, biratiya gelan û hêviya pêşerojê temsîl dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê amadekariyên lidarxistina çalakiyên 1'ê Gulanê tên kirin.

Sibe wê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji bo 1'ê Gulanê meş bê lidarxistin.

Ji bo beşdarbûna meşê jî Nûnerên Colemêrgê yên Sendîkayan bang kirin.

Nûnerê Colemêrgê yê Sendîkaya Hemû Kedkarên Xizmetguzariyên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Tum Bel-Sen) Tahir Tekinalp di civînek çapemeniyê de wiha got:

"1'ê Gulanê ne tenê rojeke bîranîn an pîrozbahiyê ye.

Ew di heman demê de helwesteke dîrokî ya li dijî kedxwarî, xizanî, bê ewlehî û her cure ne wekheviyê ye.

Dengê wê bilind bibe, rûmeta kedê, biratiya gelan û hêviya pêşerojê temsîl dike.

Meşa me wê ji navenda Geverê dest pê bike û heta ber Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) bidome."

Piştî daxuyaniyê, li Kolana Cengiz Topel broşûrên 1'ê Gulanê hatin belavkirin.

Li Edeneyê,  jî wê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi dirûşma “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê ber bi 1’ê Gulanê ve” dê li Qada Ugur Mumcu bê pîrozkirin.

Her wiha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeyên Sultangazî, Kadikoy û li Qada Aksarayê ya Fatîhê yên Stenbolê belavok belav kirin.

Hevseroka DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan û gelek endamên partiyê beşdarî belavkirina belavokan bûn.

Bi heman armancê ji Wan û Agiriyê bang hate kirin û hate gotin,

Heger demokrasî, hiqûq û edalet nebe debar jî nîne.

Mitînga 1’ê Gulanê ya li Wanê dê li Qada Bajêr were lidarxistin.

Li Agiriyê jî dê karker û kedkar meşekê li dar bixin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye