Li Rihayê otombêlek qulibî: Jinek mir

Li Rihaya Bakurê Kurdistanê otombîlek qulibî û di encamê de jinek li cihê bûyerê mir û 5 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Otomobîleke tîcarî di kîlometreya 28'an a rêya Riha û Amedê de qulibî.

Di encama qezayê de welatiya bi navê Murşîde B. a 58 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha ajokar û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristyê, tîmên agirkujê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin nexweşxaneyên bajêr. Tedawiya birîndaran li nexweşxaneyên bajêr didome.

Heya niha ji aliyên pêwendîdar ve agahiyeke fermî nehatiye parvekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye