Li Qamişlo Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê lidarxistin.
Weşanên Şilêr ku beşeke taybet ji bo parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocelan çêkir û 24 pirtûkên Rêbertî yên bi zimanê Erebî û zaraveyên Kurdî pêşkêşî xwîneran kir.
Her wiha 51 weşanxane, pirtûkxane, sazî û hwd ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê-Iraqê, Libnan, bajarên Sûriyeyê û Belçîkayê beşdarî pêşangehê bûne.
Pêşangeha pirtûkan di 20` Cotmehê de dest pê kir û wê heya 26`ê Cotmehê bidome.