Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên roja zimanê dayikê berdewam dikin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakî tên lidarxistin. Li Colemêrgê dê saziya ziman "ZIMAN-DER" were avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kurdên li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê, bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê çalakiyên curbecur li dar xistin.

 

Amedê standa hişmendiya zimanî danîn

 

Gelê Amedê, ji bo bilindkirina hişyariya civakî ya li ser zimanê dayikê standa hişmendiya zimanî danîn.

 

Li Wanê çanda Kurdî hat pêşandan

 

Li Wanê jî Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) “Pêşangeha Ziman” vekir.

 

Di pêşangehê de wêneyên kesayetên ku di çanda Kurdî de ked dane, hatin pêşandan.

 

23 ê sibatê dê ZIMAN DER were vekirin

Hat zanîn ku li Colemêrgê jî Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng hat avêtin.

 

Di 23'yê sibatê de dê saziya ziman "ZIMAN-DER" were avakirin û rê li ber hemû qedexe, astengî û zordariyê were girtin.

Li Êlihê-Sêrtê jî "Arî Der -Botan Der" banga geşkirina zimanê Kurdî kirin.

 

DEM Partî: pêşiyaznameyek kirmanckî dan

Li aliyekî din jî, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo parastina zaravayê Kirmançkî ya Kurdî pêşniyaznameyek dan Serokê Meclisê.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye