Li Amedê 9’emîn pêşangeha pirtûkan dest pê kir

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, li Navenda Pêşengeha Mezopotamyayê tevî 31 weşanxaneyên Kurdî û 200 weşanxaneyên din dest pê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilik û YEW-KURD’ê (Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî) 9’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir.

Hevseroka YEW KURD’ê Asya Genim da xuyakirin ku weşangeriya Kurdî xwe ji tunebûnê ava kiriye.

Li hemû cîhanê dewlet piştgiriya weşanxaneyan dike, lê ya Kurdî ji vê yekê bêpar e.

Asya Genim daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî piştgirî da axaftina Asya Genim û got: “12 hezar salan li vir jiyaneke hevpar hebû, kesî zimanê kesî qedexe nedikir. Divê em xwedî li keda xemxwarên zimanê Kurdî derkevin.”

Pêşangeh dê heta 26’ê Cotmehê bi panel û îmzekirina pirtûkan bidome.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye