Kargeha Muzîkê ya Gerok serdana gundê Zoravayê yê navçeya Sûrê kir.
Zarokên ku di warên rîtm, naskirina amûrên muzîkê, stranbêjî û performansa ser dikê de perwerde dîtibûn, tiştên ku fêr bûbûn bi konserekê li qada gund pêşkêş kirin.
Zarokan darên rîtmê, boriyên rengîn, darbûka û gelek amûrên din ên muzîkê bi kar anîn.
Vê yekê bala malbat û niştecihên gund kişand.
Kargeha Muzîkê ya Gerok dê di 4’ê tebaxê de li gundê Qozanê û di 5’ê tebaxê de li gundê Qerebaşê bi zarokan re bicive.
Tîma atolyeyê duh jî li gundê Arzoxliyê bi zarokan re civiyabû.