Bakurê Qibrisê ji bo serokekî nû diçe ser sandoqan

Li bakurê Qibrisê ku di bin rêveberiya Tirkiyeyê de ye wê îro biçin ser sandoqan. Hat ragihandin ku heşt namzedan ji bo hilbijartinê serlê dan kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hilbijartinan de namzetê ku ji sedî 50 zêdetir deng bigre wê bibe serokê nû yê Komara Tirkiyê a Bakurê Qibrisê (KKTC). Ger di hilbijartinan de kes vê rêjeyê bi dest nexe, hilbijartin wê derbasî qonaxa duyemîn bibe.

Namzetên ku wê tevlî hilbijartinan bibe wiha ne:

"Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) û serokkomarê niha Ersin Tatar û serokê Partiya Komarî ya Tirkiyê (CTP) ya muxalefeta sereke Tufan Erhurman du namzedên li pêş in.

Her wiha Osman Zorba (Partiya Sosyalîst a Qibrisê) û Arif Salih Kırdag, Ahmet Boran, Mehmet Hasguler, Îbrahîm Yazıcı, û Huseyin Gurlek jî namzedên din yê serokkomariyê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye