Hefteya borî Trump rexne li Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer kir ku wî nehiştiye Amerîka baregehên leşkerî yên hevbeş ên Amerîkî-Brîtanî li Diego Garcia ji bo êrîşên li ser Îranê bi kar bîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: Birîtanya, hevalbendê me yê berê yê mezin e û dibe ku ji hemûyan mezintir be, di dawiyê de dest bi şandina du keştiyên balafiran bo Rojhilata Navîn dike.
Trump: Êdî piştgiriya Londonê pêwîst nake
Donald Trump wiha got: "Ne pirsgirêk e, Serokwezîr Starmer, em êdî ne hewceyî wan in, lê em ê helwesta we ya destpêkê ji bîr nekin.
Em ne hewceyî kesî ne ku piştî serkeftina me, tevlî şerên me bibin."
Trump li ser Air Force One bi rojnamevanan re axivî û got ku piştgiriya Brîtanî wê du hefte berê baş bûya, lê êdî DYA ne hewceyî wê ye.
Ferman hatibû dayîn ku ekîba keştiya balafiran a Brîtanî amade be û amadekarî bi lez bikin da ku keştî biçin Rojhilata Navîn.
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair got ku divê hikûmeta Brîtanyayê ji destpêka aloziya bi Îranê re, piştgirîya Dewletên Yekbûyî bikira.
Tony Blair dest nîşan kir ku Washington tenê daxwaza bikaranîna baregehên Brîtanî ji bo dagirtina sotemeniyê kiriye.
Balyozê Îranê yê li Londonê hişyarî da
Ji aliyê xwe ve, balyozê Îranê li Londonê Seyîd Elî Mûsewî, Brîtanya ji tevlîbûna şer a kûrtir hişyar kir.
Mûsewî tekez kir ku Tehran wê vê yekê, wekî hincetekê ji bo bikaranîna "mafê xweparastinê" bi kar bîne.
Balyozê Îranê bang li hikûmeta Brîtanî kir ku di biryarên xwe yên leşkerî de baş baldar be.