Sibe 400 malbatên koçber vedigerin Efrînê

Fermandarê Hêzên Asayîşê Siyamend Efrîn bi daxuyaniyekê ragihand ku dê roja duşemê 9`ê Adarê koma yekem a koçberên Efrînê vegerin cih û warên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 29'ê çileya 2026'an de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, peymanek hat îmzekirin.

 

Yek ji bendên vê peymanê garantîkirina vegera koçberan bo deverên wan bû.

 

Fermandarê Asayîşê ji bo vegera Efrîniyan daxuyanî da

 

Fermandarê Hêzên Asayişê, Siyamend Efrîn li ser platforma X`ê der barê pêvajoya vegera koçberên Efrînê daxuyaniyek weşand.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

"Piştî serdana me ya bo Efrînê û hevdîtinên me bi şandeya serokkomariyê re, em radighînin ku pêvajoya vegera xelkên me yên koçber bo malên xwe dest pê kir.

 

Hevdîtinên me yên rasterast bi şêniyên Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan sedema sereke bû, ji bo lezandina van gavan û derbaskirina astengiyan.

 

Koma yekem a koçberan sibe ji Hesekê berê xwe dide Efrînê

 

Koma yekem ji 400 malbatan pêk tê û dê roja duşemê, 9`ê adara 2026`an, bi rê bikeve.

 

Koçber dê saet 10.00 sibehê li çerxerêya Panorama li bajarê Hesekê kom bibin.

 

Ev gav dê bibe bingeha ewlehî û aramiya Sûriyê.

 

Siyamend Efrîn: Hewldanên me ji bo vegera hemû koçberan berdewam dikin

 

Bi vê gavê em piştrast dikin ku divê serdema koçberiyê bi dawî bibe, ew jî bi vegera bi rûmet û ewle ya xelkê herêmê bo malên xwe.

 

Hewldanên me heya ku hemû koçber vegerin malên xwe dê berdewam bikin."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye