Îranê êrîşî baregeha Victoriayê ya DYA'yê kir

Hêzên Îranê, bi dronan êrîşî baregeha Victoriayê kirin. Berpisên Îraqê, ragihandin ku êrîş ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Bexdayê ve hatiye astengkirin û dron hatine xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, her ku diçe gurtir dibe.

 

Di vê dawiyê de jî, Îranê bi dronan gelek êrîş li dijî bargehên Amerîkayê pêk anîn.

 

Ji ber vê yekê, Îraq û Amerîka hewl didin ku tedbîrên ewlehiyê li baregeh û saziyên sereke yên li Baxdayê xurt bikin.

 

Îro jî, baregeha Victoria ya nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê, rastî êrîşekî bi du dronan hat.

 

Çavkaniyên herêmê dan xuyakirin ku ev êrîş nêzî saet 04:00’ê sibehê, pêk hatiye.

 

Çavkaniyan dan zanîn ku gelek şêwirmendên Koalîsyonê, li wê bargehê dimînin.

 

Êrîş ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Bexdayê ve hat astengkirin

 

Berpirsên Îraqê ragihandin ku êrîş ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Bexdayê ve hatiye astengkirin û dron hatine xistin.

 

Komên çekdar ên Îraqî yên nêzî rejîma Îranê ne, biryara piştgiriya Îranê dan.

 

Komên çekdar gotin ku ew ê baregeh, navend û berjewendiyên Amerîka yên li Îraq û Herêma Kurdistanê armanc bigirin.

 

Ji ber vê yekê rojane bi mûşek û balafirên bê mirov êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye