8'ê Adarê dîrokeke dirêj a têkoşîna jinan li çaraliyê cîhanê li dijî cudakarî û dûrxistinê ye.
Bi boneya vê rojê jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest nîşan kirin ku îsal 8'ê Adarê girîng tê dîtin, ji ber ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê bi rihekî hevpar tevdigere.
Li Êlihê Tevgera Jinên Azad (TJA) mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Mizgîn Irgat li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd axivî û wiha got:
"8'ê Adarê ya îsal pir girîng e. Saleke ku yekîtiya gelê Kurd xurt bûye. Li dijî kesên ku dixwazin Kurdan parçe bikin, Kurd li kolanan bersivê didin.
'Em ê têkoşîna xwe li her derê berfireh bikin'
Her wiha li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê jî bi pêşengtiya TJA'yê daxuyanî hat dayîn. Aktivîsta TJA'yê Hatîce Oncu daxuyanî xwend û jinên berxwedêr bi bîr anî û wiha axivî:
"Bi hezarê salan jinan li hemberî zihniyeta serdest a mêran li ber xwe daye.
Em ê têkoşîna xwe li her derê berfireh bikin, heta ku felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li çaraliyê cîhanê belav bibe."
'Aştî ji bo me wekî nan û avê girîng e'
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê jî çalakiya zincîra jinan li dar xist.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Burcugul Çubuk di çalakiyê de axivî û wiha qal kir:
"Ev pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin, deriyê aştiyê hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn vedike.
Parêzvanên herî mezin ên vê aştiyê jî em jin in. Aştî ji bo me wekî nan û avê girîng e."