Pasdarên Îranê Jina Kurd Leyla Elîremewî qetil kirin

Êrîş û zextên rejîma Îranê li ser jinan berdewamin. Endamê pasdarên Îranê jina bi navê Leyla Elîremayî qetilkir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku îro jina Kurd Leyla Elîremayî ya ji gundê Bêsaran a ser bi bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana raste rast ya pasdarên Îranê de hate qetilkirin.

Leyla Elîremayî ya 35 salî ku ji aliyê pasdarên Îranê hate qetilkirin ji bajarê Merîwanê ye.

Navê kujerê Leyla Keywan Basemî ye û endamê artêşa pasdarên Îranê ye.

Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku hêzên ewlehiyê zext li malbata Elîremayî kirine ku ji axaftina bi rêxistinên mirovî dûr bisekinin. Rêxistin ragihand ku ji ber vê hêzên Îranî êşkence û tundî li malbata Leyla kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye