Li Tirkiyê qetilkirina jinan roj bi roj zêdetir dibe

Li navçeya Akdenîz a bajarê Mêrsînê, jinek ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hat qetilkirin. Di derbarê qetilkirina jinan de Komeleya Jinên Mîmoza daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê qetilkirina jinan roj bi roj zêdetir dibe êdî qetilkirina jinan ne wekî kiryarên tundûtûjiyê yên takekesî, weke sûcên pilankirî têne hesibandin.

 

Li taxa Çilek a navçeya Akdenîzê ya Mersînê, Songul Figan ji aliyê Selami Aktekin ve hat qetilkirin.

 

Hat zanîn ku Songul Figan dayika du zarokane û demek dirêj bû, rastî şîdetê dihat.

 

Ji ber şîdeta zêde ji hevjînê xwe veqetiyaye û li mala xwîşka xwe ya ku çûbû zarokên xwe bibîne, ji aliyê Selami Aktekin ve hatiye qetilkirin.

 

Hat ragihandin ku sûcdar reviyaye û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Her wiha hat zanîn ku Bekîr Aktekin, xizmekî sûcdar, par hevjîna xwe Seher Aktekin kuştiye û ji ber vê yekê cezayê muebbetê wergirtiye.

 

Xizmên Songul Figan diyar kirin ku wê berê gotibû, "Ez ê mîna Seher Aktekin werim kuştin."

 

 

"Em ê ji bo jinên hatin qetilkirin hesab bixwazin"

 

 

Komeleya Jinên Mîmoza bi daxuyaniyekê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşanî bûyerê da.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 

 "Em ê pêvajoyê bişopînin û hesab bipirsin heta ku edalet ji bo Songul Figan pêk were.

 

Em ê dev ji têkoşîna li dijî baviksalarî, nijadperestî,

 

edaleta zayendîperest û siyaseta bêcezatiyê bernedin!

 

Tundiya mêran a ku mafê jiyanê ji jinan distîne ne tesadufî ye, siyasî ye!

 

Dewlet, bi polîtîkayên xwe yên ku sûcdar û malbatê pesnê xwe didin, mêran diparêze, ne jinan!

 

Em ê ji bo jinên ku hatine kuştin hesab bipirsin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye