Eraqçî: Jin û mêrên me ji axa Îsraîl her tiştî ji me re radigihînin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hikûmeta Îsraîlê tawanbar kir ku hewl dide zirarên ji ber mûşekên Îranê veşêre. Eraqçî hişyarî da ku tiştên xerabtir hîn nehatine û "ev tenê destpêk e."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hikûmeta Îsraîlê tawanbar kir ku hewl dide asta zirara ku ji ber mûşekên Îranê çêbûye veşêre.

 

Eraqçî hişyarî da ku "tiştên xerabtir hîn nehatine" û tekez kir ku "ev tenê destpêk e".

 

Şeva borî, Eraqçî li ser platforma X weşand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu "naxwaze hûn bibînin ka hêzên çekdar ên bihêz ên Îranê çawa Îsraîlê ceza dike."

 

Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li vir tiştê ku jin û mêrên me yên li ser erdê ragihandine ev e: wêrankirina berfireh a ji ber mûşekên me, rêberiyek panîkkirî û parastina hewayî ya di tevliheviyê de ye. Û ev tenê destpêk e."

 

Eraqçî dîmenek ji raporek nûçeyan a France 24'ê li posta xwe zêde kir.

 

Di postê de diyar dike ku Îsraîlê weşana zindî ya qada xwe ya hewayî di dema êrîşên mûşekan de qedexe kiriye.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku artêşa Îsraîlê kişandina dîmenên bandorên mûşekan li nêzî cihên ewlehiyê qedexe kiriye.

 

Piştî vê daxuyaniyê, pirs ev e ku gelo hevoka Eraqçî ya hebûna jin û mêrên wan li ser erdê peyameke vekirî ye li ser hebûna istixbarata wê li Îranê yan na ?

 

Eraqçî bi vê hevokê dixwaze bide nîşandan ku Îran ne tenê bi teknolojî an firokeyên bêmirov, lê bi rêya ajan û tîmên xwe yên operasyonel jî zanyariyan ji nava armancan kom dike.

 

Ev yek wekî îdîayekê tê dîtin ku Îran di hundirê sînorên "dijminên" xwe de xwedî tora îstîxbaratî ya mirovî ye.

 

Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê îro diyar kir ku pêla 37'emîn a Operasyona "Soza Rastîn 4" zêdetirî 3 saetan ji avêtina mûşekan dom kir, û bi hejmareke herî mezin a avêtinên mûşekên pir giran ên "Xurremşehr", bi awayekî pirqatî û berdewam li dijî baregehên Amerîkî û Îsraîlê pêk hat.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye