Şerê DYA-Îsraîl û Îranê di rojan 11an de bi bombebaraneke giran berdewam dike.
Di encama şer de hejmara fermandarên Îranê yên di êrişên Îsraîl û DYA’yê de jiyana xwe ji dest didin, zêde dibin.
Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Herêma Delfanê Azîm Darbîan di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hate kuştin.
Piştî ragihandina Fermandarê Mihafizên Şoreşê yê Îranê Alî Abdollahî Alîabadî, çapemeniya Îranê ragihand ku di êrişên hewayî de Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Herêma Delfanê Azîm Darbîan jiyana xwe ji dest daye.
Hate diyakirin ku Azîm Darbîan di êrişek li herêma Noorabadê de jiyana xwe ji dest daye.
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) duh ragihandibû ku Darbîan kuştine, lê Îranê daxuyaniyek fermî nedabû.
Bi kuştina Alîabadî û Darbîan hejmara rayedarên siyasî û leşkerî yên Îranê ku ji hêla Îsraîlê û DYAyê ve hatine kuştin derket 49an.
Tê angaştin ku hejmar zêdetir e, lê Îran hêdî hêdî eşkere dike.
Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de derbasî roja 11'an bûye.
Ev şerê ku di 28'ê Sibata 2026'an de bi êrîşên asmanî yên berfireh dest pê kir, aloztir dibe.
Li gorî raporan, nêzîkî 75% ji avêjerên mûşekên balîstîk ên Îranê hatine îmhakirin.
Rapor nîşan didin ku ji roja yekem a şer ve, êrîşên muşekî yên Îranê bi qasî 90% kêm bûne.
Di heman demê de, êrîşên li ser depoyên petrol û rafîneriyan (wekî rafîneriya Tehranê) kapasîteya Îranê ya ji bo berdewamkirina şerekî dirêj û aboriya şer lawaz kiriye.
Tevî van windahiyan, çavkanî diyar dikin ku Îran hîn jî xwedî stokên dronan û hinek muşekan e.
Dîsa jî, heta niha diyar nabe bê ev şer wê çiqas dirêj bike û kê bi ser bikeve.