Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar got ku Îsraîl ne li dû şerekî bêdawî bi Îranê re ye û ew ê bi Dewletên Yekbûyî re li ser dema bidawîkirina pevçûnê ku niha ketiye roja xwe ya yazdehemîn, hevahengiyê bikin.
Gideon Sa'ar da zanîn ku "Dema em bibînin dem guncaw e, em ê bi hevalên xwe yên Amerîkî re şêwirê bikin.
Em ne li dû şerekî bêdawîn e."
Kremlîn: Me ji bo rawestandina şerê Îranê vebijêrkên cûrbecûr pêşkêşî Trump kir
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo navbeynkariya nakokiya bi Îranê re vebijarkên cûrbecûr pêşkêşî Donald Trump kiriye û diyar kir ku ev pêşniyar li ser maseyê mane.
Dmitry Peskov got: "Rûsya amade ye ku bi qasî ku ji destê wê tê alîkariyê bike, lê wekî hûn dizanin, ev yek gelek têgihîştin û peymanan jê re hewce dikin, ji ber vê yekê divê em sebir bikin."
Daxuyaniyên Peskov rojek piştî peywendiyek têlefonê ya di navbera Putin û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de hatin.
Li gorî Dmitry Peskov di dema telîfonê de, serokê Rûsyayê pêşniyarên ku şer bi lez li Îranê biqedîn pêşkêş kirin.
Peskov red kir ku li ser van pêşniyaran hûrgulî bide.
Ji aliyê xwe ve, Trump duh ji rojnamevanan re got ku Putin "dixwaze alîkariyê bike" di pevçûna li ser Îranê de û diyar kir ku wî ji serokê Rûsyayê re gotiye:
"Hûn dikarin di bidawîkirina şerê Ûkrayna-Rûsyayê de gelek alîkariyê bikin."
Rûsya, bi Îranê re xwedî peymanek hevkariya stratejîke, şerê ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve di 28`ê Sibatê de li dijî Komara Îslamî dest pê kirîye, şermezar kir.