Şerê daxuyaniyan di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dike

Daxuyaniyên dijber ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de berdewam dikin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan çend roj dem daye Îranê, da ku peymana tunekirina depoya nukleerî û dolarên cemidî qebûl bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî berdewamiya dan û standinan di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, lê heta niha ti nîşaneyên rêkeftinekê tune ne.

Ev dan û standin bi daxuyaniyên dijber berdewam dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya heftane de diyar kir ku ew ji bo bidawîanîna li şer, bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser çend mijaran li hev kirine û gihîştine encamekê, lê ev nayê wê wateyê ku rêkeftineke nêzîk heye.

Her wiha Serokê Çînê Xi Jinping jî li Pekînê bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re civiya.

Di dema civîna xwe de, wî anî ziman ku ji bo bidawîanîna şerê li Îranê di nava hewldanên dîplomatîk de ne.

Di heman çarçoveyê de, serokê Amerîkayê Donald Trump îhtîmala rêkeftineke bilez a bi Îranê re ya ji bo bidawîanîna li şerê Rojhilata Navîn, red kir.

Trump tekez kir ku gihîştina rêkeftineke bi lez û bez tune ye û wiha anî ziman:

"Em tenê çend rojan demê didin Îranê, da ku peymana ku rêbazê "tunekirina depoya nukleerî û nebûna dolarên cemidî" dihewîne, qebûl bike."

Ji xwe beriya niha jî ajansa Amerîkî Axiosê bi bîr xistibû ku rayedarekî payebilind ê rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihandibû ku ew hêvî nake ku peymanek bi Îranê re were îmzekirin û diyar kir ku hîn jî hin hûrgilî hene divê werin temamkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye