Îsraîlê kuştina Elî Larîcanî ragihand

Îsraîlê, kuştina Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, di roja xwe ya 18'emîn de, bi dijwarî berdewam dike.

 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, îro ragihand ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

 

Lê heta niha, ji aliyê Îranê ve tavilê ti piştrastkirinekê nehatiye kirin.

 

 

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hat armancgirtin

 

 

Di heman çarçoveyê de, êrîşên li ser Rojhilata Navîn jî didomin.

 

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê gotin ku roket û herî kêm 5 dronan vê sibehê Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê armanc girtin.

 

Ev êrîş wekî êrîşa "herî dijwar" a ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê ve, hat bi navkirin.

 

 

Herêma pîşesaziyên petrolê ya Fuceyrayê hat armancgirtin

 

 

Her wiha, îro li dijî Herêma Pîşesaziyên Petrolê ya Fuceyrayê li Îmaratê jî êrîşek pêk hat.

 

Ofîsa Medyayî ya Hikûmeta Fuceyrayê ragihand ku piştî êrîşa bi dronê, agir derketiye û got ku birîndar tune ne.

 

Ofîsa Medyayê di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku tîmên parastina sivîlan ji bo kontrolkirina agir dixebitin.

 

 

'Di şer de zêdetirî 10 dronên MQ-9 Reaper hatine hilweşandin'

 

 

Li aliyê din, Amerîka ragihand ku ji destpêka şerê wan ên li dijî dewleta Îranê, wan bi 7000 dronan êrîşî navendên dewletê kirine. 

 

Karbidestekî Amerîkî, ku navê wî nehatiye eşkerekirin,  ji Reuters re got ku di şer de zêdetirî 10 dronên General Atomics MQ-9 Reaper ên Amerîkî hatine hilweşandin.

 

 

Raporta Yedioth Ahronoth : Îran kesayetên îsraîlî armanc digire

 

 

Ji aliyekî din ve; raportên medyayê eşkere kirine ku ji destpêka Operasyona ve gefên li dijî dîplomatên Îsraîlî li derveyî welêt zêde bûne.

 

Li gorî raportek di Yedioth Ahronoth de, Îran li rêyan digere ku kesayetên Îsraîlî armanc bigire, piştî ku nekariye zirarên girîng di hundurê Îsraîlê de çêke.

 

Çavkaniyan ragihandin ku di sala borî de, berî şerê bi Îranê re, hişyariyên berbiçav di derbarê armancgirtina balyozên Îsraîlî li welatên cûrbecûr de hatine wergirtin.

 

Li gorî raportan, Îranê dest bi aktîvkirina şaneyên razayî li çaraliyê cîhanê kiriye, bi armanca kuştina dîplomatên Îsraîlî û armancgirtina civakên Cihûyan û Îsraîlyan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye